Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Operasyona li Başûrê Welêt Berfireh Dike


Hikûmeta Sûrî operasyona rizgarkirina başûrê rojavayê welêt, îro Çarşemê berfirehtir kir ku devereke bin kontrola Dewleta Îslamî jî bigire bin kontrola xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku firokên Rûsî jî bona piştgirîya hêzên hikûmetê, ew herêm bombebaran kir.

Bomberana Rûsan herêma Yarmûk ya hevsînora Girên Golan û Urdunê kir armanc ku vê gavê di bin kontrola artêşa Xalid Îbn el-Welîd e ku ew kom jî bi DAIŞ’ê peywendîdar e.

SOHR bal dikşîne ku cara yekê ye Rûsya li wê herêmê êrîşên esmanî pêk tîne û di heman demê de helîkopterên hikûmetê jî bombeyên barîl avêtine herêmê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Sûrî Beşar Esad hewilên xwe zêde kirine ku tevahîya başûrê rojavayê welêt ji destê komên çekdar bistîne, ku di bin navê Artêşa Azad ya Sûrî de şer dikin.

XS
SM
MD
LG