Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Mafên Mirovan Biryar da Lêkolînê li Ser Alozîyên Sûrîyê Bike

Civata Mafên Mirovan li Jinêva.
Civata Mafên Mirovan li Jinêva.

Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yêkgirî biryar da ku lêkolînê bike li ser binpêkirina mafên mirovan ji layê hêzên rejîma parastina Sûrî ve.

Civata Mafên Mirovan roja Sêşembî bi 33 – 4 dengan biryar pejirand jibo endamdana lêkolînê. Çîn û Rûsyayê deng li dijî wê biryarê da.

Ev dengdane di demekê de ye ku heşt xwepêşander roja Duşembî ji layê hêzên Sûrî ve hatin kuştin, li gor gotina dîdevan û komelên mafên mirovan.

Dîdevan dibêjin, bi sedan kes li meydana serekî ya bajêrê Humisê xwepêşandan kirin piştî tîmeka Neteweyên Yêkgirtî serdana wî bajêrî kir.

XS
SM
MD
LG