Çalakvanên Sûrî dibêjin, bi sedema şer û pevçûnên nû 11 leşker û hejmareka kesên sivîl hatin kuştin.
Li gor çalakvanan, li şerê navbera leşkerên artêşa rejîmê û leşkerên veqetiyayî li bajarê Besr El Herîr li Deraa roja Yekşemê 11 leşker hatin kuştin û herî kêm 20 leşkerên din birîndar bûn.
Çalakvan herwiha dibêjin, hejmareka kesên sivîl bi sedema hêrişên hêzên rejîmê li Homis û Dîr El Zûr hatin kuştin.