Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên 26 Qurbaniyên Peqîna Şamê Hatin Veşartin


Termên 26 Qurbaniyên Peqîna Şamê Hatin Veşartin
Termên 26 Qurbaniyên Peqîna Şamê Hatin Veşartin

Behîdaran li Şamê roja Şemê di nav rêûresma veşartina termê 26 kesên di encama peqîna paytext de hatibûn kuştin, piştîwaniya xwe bo Serok Beşar el-Esed nîşan dan.

Hikûmeta Esed dibêje teqîna wêrankar ya roja Inî ku têde pêtirî 60 kesan jî birîndar bûn, êrîşek terorîstî bûye, wek xoya ji layê gropên opozisyon ve ku di nav 10 mehên borî de bo ladana serok Esed bizavê diken.

Ji layê xwe ve, bizavkarên opozisyonê dest hebûn di wê peqînê de red kirin. Wan diyar kir dûr nine kikûmetê bixwe ew teqîne çêkiriber ku dijkiryarê li hember wan kesan bi xwe re bîne yên dazwaza goherînê di hikûmetê de diken

Wek xoya pirraniya kesên di peqîna roja Inî de hatine kuştin polîs in.

Hevdem, bizavkarên Sûrî gotin ku di encama tepeser kirina xwepêşandan de li seranserî welatî roja Inî 17 kesên sivîl hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG