Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encûmena Giştî ya N.Y. Rejîma Esed Şermezar Kir


Encûmena Giştî ya N.Y. Rejîma Esed Şermezar Kir

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bi piranîya dengan bernivîsa biryarek pejirand ku binpêkirina sîstematîk ya mafên mirovan li Sûrîyê şermezar dike.

Bernivîsa biryarê şeva Pêncşemê bi 137 dengan hate pejirandin li civata 193-endamî.

Encûmena Giştî daxwaz ji hikûmeta zordara Serokê Sûrî Beşar El Esed kir ku bi zûtirîn dem êrîşên li dijî xelkên sivîl bi dawî bîne.

Encûmenê herwiha piştgîrîya xwe bo plana komkara Ereb ya veguhastina desthilatê li Sûrîyê ragihand.

XS
SM
MD
LG