Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Garantîyan Dixwaze


Peyvdarê wezareta derve ya Sûrî Cîhad Meqdesî.
Peyvdarê wezareta derve ya Sûrî Cîhad Meqdesî.

Hikûmeta Sûrî roja Yekşemê daxwaza garantîyan kir ku hêzên serhildayan dest ji şerî berdin, pêş ku hêzên xwe li bajaran vêkêşe.

Peyvdarê wezareta derve ya Sûrî Cîhad Meqdesî roja Yekşemê got ku raportên ku radigihînin rejîm hêzên xwe heta roja 10’ê Nîsanê li bajar û gundan vedikêşe “çewt in.”

Li gor plana nûnerê N.Y. û Komkara welatên Ereb Kofî Annan, roja 10’ê Nîsanê hatîye destnîşankirin ku rejîma Sûrî hêzên xwe vekêşe û 48 demjimêran piştî hingî hêzên opozisyonê dest ji çekên xwe berdin.

Serokî Sûrî Beşar El Esed razîbûna xwe beramberî plana Annan ragihandibû.

XS
SM
MD
LG