Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Bajarê Efrînê 5 Kesan Dikuje


Ev wêne ya teqîneke berê ye( Arşîf)
Ev wêne ya teqîneke berê ye( Arşîf)

Wezareta berevanîya Tirkîyê û berevanîya sivîl a xwecihî li bajarê Efrînê got îro Şemîyê herî kêm pênc kes di teqîna otombêleke bumbekirî de li bajarê Efrînê hatin kuştin.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku teqîn li taxa pîşesazîya navenda bajêr bû û 22 kes jî birîndar kirin. Wê Hêzên Parastina Gel YPGê bi êrîşê tawanbar kir, lê YPGê hîn tiştek di derbarê vê êrîşê de negotîye.

Tirkîyê YPGê wek grûpeke terorîst a girêdayî PKKê dide nasîn û ji bo jinavbirina wê, hejmarek operasyonên leşkerî li herêmên sînorî yên di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de birêve birine.

Berevanîya sivîl a xwecihî got ku hejmara kuştîyan şeş kes in û di nav de zarok jî hene.

XS
SM
MD
LG