Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerînên Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ser Êrişa Tirkiyê û Rêkeftina HSDê û Hikûmeta Sûriyê


ain isa
ain isa

Welatiyên Bakur Rojhilatê Sûriyê li ser êrişa Tirkiyê û rêkeftina di navbera Hêzên Sûriya Demoqiratîk û hikûmeta Sûriyê de nêrînên xwe yên cûda hene

Beşek ji welatiyan dibînin ku çekdarên opesizyona Sûrî yên Tirkiyê piştgiriya wan dike ,tu bingeha xwe ya cemewarî li deverê tune ye ,û tu cûdahî di navbera kiryarên wan de û kiryarên Rêxistina DAIŞê de nine, ji bilî nave wan ji hev cûda ye .

Beşek din dibînin ku êrişa li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê aloziya Sûrî ji nû ve dirêj dike,herwiha Hêzên şerê DAIŞê kirî niha şerê wan tê kirin, ku welatî carek din ji devera dikeve bin kontrola çekdarên opesizyona Sûrî koçber dibin, li gor parêzer Ehmed Dalî ji Dengê Amerîka re ragihand: welatiyên Bakur Rojhilatê Sûriyê çekdarên opesizyona Sûrî ji xwe re pişt nabînin .

Li ser rêkeftina di navbera hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûriya Demoqiratîk ,hin ji welatiyan dibînin ku ev rêkeftina pêwist bû berî niha bihata kirin, ku wê rê li pêş êrişa Tirkiyê bikirta ,herwiha dibe sedema dawîbûna kirîza Sûrî bi awayekî aştiyane .

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûriya Demoqiratîk de ta niha leşkerî ye ,lê welatî çaverêne ku rêkeftina siyasî jî bê kirin,ku rewş bi awayekî aştiyane bê çareserkirin dorî şer û wêraniyê .

Raporta Deng/ Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00


XS
SM
MD
LG