Lînkên eksesibilîtî

Êrîşên Esmanî Yên Dijî Daiş li Rojhilata Sûriyê bi Dehan Kuştî û Birîndar Encam Dide


Çalakvanên opozisyona Sûrî îro Şemiyê got Êrîşên esmanî li ser gund û bajarokên bin destê Daişê li rojhilata Sûriyê, bi dehan kuştî û birîndar li dû xwe hîşt in, piştî rojekê ji êrîşeka tundrewan ku di encamê de bêhtirî 120 şervanên alîgirên hikûmeta Sûriyê hatibûn kuştin.

Ne diyare, Êrîşên esmanî yên li navçeyên Meyadîn, Bûkemal, Bûleyl, Bûomer, û Muşasan, ji aliyê Rûsan yan koalisyona navnetewî ve pêk hatin e.

Tê zanîn, hêzên Sûrî bi piştgiria êrîşên esmanî yên Rûsî li wan navçeyan pêş dikevin û Hêzên Sûriya demukrat bi alîkariya koalisyona navnetewî şerê Daişê dikin.

Êrîş bûn piştî du rojan ji pevçûnan di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên Daiş de li rojhilat û navenda Sûriyê ku di encamê de bêhtirî 200 kes ji herdû aliyan hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got êrîşên îro Şemiyê û şeva borî 18 kes kuştin, di nav de jî 2 zarok û 5 jin.

XS
SM
MD
LG