Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

F. Huseynî: Çakirina Endam û Malbatên DAIŞ'ê Ne Erka Rêveberîya Xweser E


Kampa el-Hol li parêzgeha Hesekê

Rêveberiya xweser a Bakur û Bojilatê Sûriyê plan dike ku hemî bêşûnwar û malbatên Sûrî yên çekdarên Daişê ji kampa Holê ya rojhilatê Sûrîyê derxe.

Seroka desteya birêveber a Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed gotibû dê biryarek were dayîn ku kamp ji kesên Sûrî bi tevahî were valakirin.

Endamê niwêneratiya rêveberîya xweser li herêma Kurdistana Îraqê Fethulla Huseynî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê mijarê kir.

Wî got "Ev bû bêhtirî sê çar sal in, hemî şandiyên me yên dîplomatîk darin welatên rojava ku werin û girtiyên xwe yên Daişê wergirin, lê kesek ta niha nehatiye pêş. Kampa holê niha bêhtirî 74 hezar girtî vedihewîne. Ev bargiranîyeke rojane ye li ser rêveberîya xweser. Ta niha kesekî alîkarîyek pêşkêş nekiriye."

Huseynî ku li bajarê Silêmanîyê dimîne dibêje, ku rêveberîya xweser li alîyekî dixwaze fişarê bide ser civaka navnetewî da bi erka xwe rabin û li alîyekî din jî vegerandina sivîlên Sûrî bo jiyana wan a normal.

Wî di derbarê metirsiya ku renge serbestberdana malbatên DAIŞ'ê bisepîne ser civaka Sûrî de got "Ev ne erkê me ye. Me karibû ta niha wan di kampa Holê de vehewînin, me gelek caran gotiye ku ew bombeyeke ku renge di her demekê de biteqe. Divê hemî alî bi erkê xwe rabin. Ne tenê em desthilatdariya Sûriyê dikin."

Huseynî di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser rêjîma Sûriyê, Tirkiyê, hêzên navnetewî û peymangehên çakirinê û got pêwîst e ew jî rolekê di vê derbarê de bilîzin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:23 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG