Hêzên hikûmeta Sûrîyê bo cara duyê li dema du rojan devera Dêr Hafir li rojhilatê Helebê dikin armanc û gefeya operasyoneke leşkerî dikin.
Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro Çarşemê got, “Komên çekdarên ser bi hikumeta Sûrî nanpêjîyek bi dronekê kir aramanc û ev tawaneke din e ya dijî ewlehîya sivîlan.”
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) jî da zanîn ku ev cure kiryarên hikûmeta Şamê zêdegavî ye bi ser yasayên mirovahî yên navnetewî.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûrîyê (SANA) ragihand ku hêzeke piştgirîyê ji herêma Laziqîye ber bi rojhilatê Helebê ve hatine şandin.
Hikûmeta Şamê do Sêşemê devera Dêr Hafir wekî devereke leşkerî ya girtî destnîşan kir û daxwaz ji sivîlan kir ji bingehên HSD'ê dûr bikevin.