Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîş Dibêje Şêx Meqsûd di bin Êrîşeke Giran de ye

Wêne: arşîv
Wêne: arşîv

Hêzên ewlehiya navxweyî (Asayîş) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dibêjin ku ew rastî êrîşeke giran “ji aliyê alî û milîsên girêdayî hikûmeta Şamê ve hatine, ku çekên giran, tank û topan bikar tînin.”

Asayîşê got, "Ev êrîşeke berfireh e ku deverên niştecîbûnê dike armanc û rêbazeke sîstematîk a şerê wêranker li dijî rûnişvanan nîşan dide, wek tektîkên şerên wêranker ên ku li dijî deverên niştecîbûnê têne bikaranîn."

Artêşa Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd qedexeya derketina derve bo demeke nediyar ragihandiye.

Ji roja Sêşemê ve bi hezaran rûniştvanên taxên Kurdan ên Helebê neçar mane ku ji malên xwe birevin.

Roja Pêncşemê, agirbesteke demkî ji bo şer hate ragihandin, her çendî şer bi tevahî ranewestiye.

Şanderê taybet ê Amerîka li Sûriyeyê Tom Barrack pêşwazîyeke germ li agirbestê kir.

XS
SM
MD
LG