Rûniştvanên bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê di salên şerê navxweyî yê Sûrîyê de li nav bombebaran û teqînan bû. Lê wê yekê xelkê vî bajarî ji bobelata vê hefteyê ya jiber erdhejê amade nekiribû.
Erdheja ku roja Duşemê pêk hat jibo xelkê Helebê û Sûrîyê bi giştî êdî dirêjkirineke nû bo êş û azarên wan bû.
Ji sala 2016’an û vir ve, şer li Helebê bi giştî hatîye rawestandin, lê ji wê çaxê ve tenê beşekî biçûk ji avahîyên wêranbûyî yên bajêr ji nû ve hatiye avakirin. Vê dawîyê jî, rewşa xirab ya aborî hiştîye ku buhayê xwarinê bilind bibe û xelkê bêtir têkevin nav hejarîyê.
Niha piştî erdheja bihêz, rewşa xelkê hîn xirabtir bûye.
Hovig Şehrian, yek di dema şer de li bajêr ma, dibêje rewşa niha aloz e.
“Wê çaxê rev beşek ji rotîna rojane bû. Her gava ku me dengek dibihîst, em direvîyan. Me dizanîbû peywendîyê bi kê re bikin û çi bikin,” xortê 24 salî got.
“Lê dema ku erdhej qewimî, me nizanîbû emê çi bikin. Ez ditisîm ku em bimirin,” Şehrian got.
Navenda erdheja Duşemê ya bi hêza 7.8 dora 112 kîlometreyan li Tirkîyê dûrî Helebê bû, hişt ku rûniştvanên bajêr ji xewê rabin û ber bi kolanan ve di bin barana zivistanê de birevin. Bi dehan avahî li Helebê herifîn. Di encamê de bêtirî 260 kes mirin û bi sedan jî birîndar bûn.
Karmendên rizgarkirinê heta niha jî li nav kavilên avahîyan li kesên sax û termên yên mirî digerin. Li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, bêtirî 3,500 kes li seranserê bakurê Sûrîyê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
Li Tirkîyê jî, hejmarên fermî yên herî dawî nîşan didin ku bêtirî 12,390 kes jiber vê erdhejê mirine.
Li Helebê, jibo wan malbatên ku avahîyên wan ziyan nedîtine, hîn jî tirs heye ku vegerin malên xwe. Gelek ji wan li dibistan û cihên din dimînin. Li navendeke Krîstyanên Maronî, bêtirî 800 kes, bi taybet jin û zarok û kesên bi temen mezin, hatine hewandin.
Îmad el Xal, sekreterê giştî yê civakên Krîsyan li Helebê, ku alîkarîya rêvebirina sitargehan dike, got ku “heta niha em li malên xwe ranazin. Hinek xelk di trimbêlên xwe de radikevin.”
Jêder: AP