Bi ser rewşa aloz û dijwar a Sûriyê de, ji ber şerê navxweyî, dîsa jî gelên wê pêşwaziya cejna Rojiyê kirin.
Di derbarê vê cenjnê de li heremên kurdî li Sûriyê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Ebdulhelîm Silêman re kir.
Birêz Silêman anî ziman ku, rewşa tevahî li herêmên kurdî û bi taybetî li Cizîrê ewle bû û bi awayekî hêmin û aram cejina Rojiyê hate pêşwazîkirin.
Wekî din jî ew dibêje: "Ji ber lewaziya mûsima îsal, rewşa abûrî ne baş bû û bandor li kirîn û firotina li bazaran kir di vê cejinê de."