Encûmena Sûriyê Demokratîk daxuyaniyek fermî derxist û tê de rexne li daxuyaniya dawî ya şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura kir, di derbarî rewşa Efrînê de û zaneyariyên ku tê de hatibûn.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hevseroka Encûmena Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed re kir, da ku rexne û têbîniyên xwe ron û zelal bike di derbarî daxuyaniya De Mistura de.
Birêz Ilham anî ziman, ku zaneyariyên di daxuyaniyê de hatibûn, ne bi awayekî rast û durist belav bibûn, û li gorî wê, ew li ser agahiyên Tirkiyê hatine piştrastkirin.
Daxuyanî di 27'ê Hizêranê de derket, piştî kombûna Encûmena Asayîşa Navnetewî û tê de rewşa dawî ya Sûriyê hatibû giftûgokirin.
Birêz Îlham dibêje: "Agahiyên rast li ba birêz Dimstura tune ne, û ew bi çavê Tirkan li Efrînê dinêre, ji ber wê jî tiştek di derbarî girtin, talan û destdirêjiya seksî li ser jinan ji aliyê çekdarên ve nehatibû gotin."
Wê got, wan nuha komîtek ji parêzer û yasezanan amade kirine ji bo danheva belgeyan ji Efrînê da ku radestî De Mistura bikin.