Dadgeheke Sûrîyê îro Sêşemê cezayê darvekirinê da serokê berê Beşar El-Esed di dozeke bê amadebûna wî de, û ew bi tawanên ku di nava wan de kuştin, îşkence û girtina keyfî hene, herwiha Esed di dema şerê navxweyî yê ku nêzî 14 salan berdewam kir de, tawanbar hat dîtin.
Ajansa nûçeyan a Sûrîyê (SANA) ragihand ku "Dadgeha Cezayan a Çaremîn a li Şamê îro cezayê darvekirinê da çend berpirsên sîstema hilweşandî, tawanbarê revyayî Beşar El-Esed, Atif Necîb û tawanbarên din ên revok, ku ew ev in: Mahêr Hafiz El-Esed, Fehed Casim El-Firêc, Mihemed Eymen Eyyûş, Luwey Elî El-Elî, Qusî Îbrahîm Mêhûb, Wafîq Salih Nasir û Telal Faris El-Eysemî."
Atif Necîb berpirsekî ewlekarîyê bû û di bin fermandarîya Esed de dixebitî ku lêpirsîn û gotinên şahidan tekez kirin ku ew tevlî lêpirsîna bi hejmarek girtiyan re bûye, piştî destpêkirina xwepêşandanan li Derayê.
Dadwer Fexredîn El-Eryan, got ku dadgeh Beşar Hafiz El-Esed bi tawana kuştina bi zanebûn a ji bo zêdetirî kesekî û zarokan, bi sûcê îşkence û girtina kêfî, û bi encamdana tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar dibîne û cezayê darvekirinê dide wî.
Wezîrê Navxweyî Sûriyê Enes Xettab îro li ser platforma Xê ragihand ku derketina yekemîn biryarên lidarvekirinê li dijî tawanbaran, gaveke dîrokî ye di rêya dadwerîya ji bo qurbanîyan û hesabpirsîna berpirsiyaran de.
Wî herwiha destnîşan kir ku ew ê şopandina hemû kesên ku di van sûcan de tevlî bûne bidomînin, heta ku ceza û hesabê xwe yê dadmend bistînin.
Ehmed El-Qurbî endamê Komîsyona Nivîsandina Destûra Sûrîyê û rêveberê Navenda Diyaloga Siyasî got Dengê Amerîka, ku biryara dadgehê li dijî Beşar Esed, berî her tiştî, peyamek e ji bo gelê Sûriyê ku tawanbar, di nav de jî serokê rejîmê, dê bên darizandin û hikûmet di vekirina rêya darizandin û hesabpirsînê cidî ye.
Qurbî piştrast kir ku Sûrîye dê ji Rûsyayê daxwaza radestkirina Beşar Esed bike. Lê wî diyar kir ku rêgezên qanûna navneteweyî di hin rewşan de di bin bandora faktorên siyasî de ne. Wî herwiha got ku biryara dadgehê hate dan bê ku ew amade be lewma piştî girtina wî, dê careke din were dadgehkirin.
Qurbî tekez dike ku di Sûriya nû de cih bo dadgehên awarte û dadgehên ku li pişt dîwaran tên kirin û tê de biryarên awarte tên dayîn, tune ye.
Hêjayî gotinê ye ku ev yekem biryara dadgehî ye ku li dijî Esed tê derxistin, ê ku di meha Berfanbar a 2024'an de di êrîşeke opozisyonê de ji desthilatê hat xistin. Esed ji paytext Şamê revî û niha li Moskowê dimîne.