Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Tenê Artêşa Sûriyê Dikare Gurpên Bakurê Sûriyê Biparêze


Serokê Sûriyê Beşar Esed
Serokê Sûriyê Beşar Esed

Serokê Sûriyê Beşar Esed nîşan bi Hêzên Sûriya Demokrat da û got tenê artêşa Sûriyê dikare gurûpên li bakurê welêt biparêze.

Di axaftinekê de li Dîmeşqa paytex Esed îro Yekşemê bal kişand ser Hêzên Kurdên Sûriyê ku Amerîka piştgiriya wan dike û Tirkiyê jî gefa êrîşan li wan dixwe.

Esed got wê danûstandin bi hêzên biyanî re wek hêzên dagîrker bê kirin.

Wî rasterast behsa vekişîna 2,000 serbazên Amerîka nekir, lê got “divê kes xwe bi Amerîkiyan neparêze."

Wî got:

“Her înşek ji Sûriyê dê bê rizgarkirin û her kesekî ji derve hatî dijmin e.”

Esed pêşniyar dike ku piştî vekişîna Amerîka, artêşa Sûriyê derbasî wan herêman be.

XS
SM
MD
LG