Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Encama Teqînên Firoxna Sûriyê de 2 Kes Hatine Kuştin


Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov dibêje herî kêm du kesayetiyên leşkerê hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn di teqînên şeva borî de li firokxaneyeka leşkerî ya nêzîkî Dîmeşqa paytexta Sûriyê.

Çavdêriyê got teqînên ku Dîmeşq hejandin bawere ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê bin.

Medya girêdayî dewleta Sûriyê di destpêkê de Îsraîl tawanbar kir, lê piştre ji ser zimanê berpirsekî leşkerî ragihand ku sedema teqînan şokeka elektirîkê bû di enbareka çekan a nêzîk de.

Di êrîşên berê de li ser firokxanê hikûmeta Sûriyê Îsraîl tawanbar kir. Îsraîl van êrîşan şîrove nake, lê wê demekê berê bingehên Îranî li Sûriyê kirin armanc.

XS
SM
MD
LG