Lînkên eksesibilîtî

Çavdêriya Sûrî: Firokên Şer ên Sûrî Ghûta Rojhilat Bumbebaran Dikin


Firokên şer ên hikûmeta Sûriyê îro yekşemê êrîşn esmanî yên giran birin ser Ghûta Rojhilat piştî rojekê ji ragihandina rêkeftinekê li dor kêmkirina kiryarên dijminahî li herêmê, li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov.

Çavdêriya ku bingeh li Londonê ye got doh rojeke aram bû piştî ku agirbest derbasî warê cîbecîkirinê bû li gel hin topbaranên veqetî îro yekşemê.

Wê ragihand ku şeş êrîşên esmanî bajarên Dûma û Eyn Terma li Ghûta Rojhilat ji xwe re kirin armanc.

Çi şîrove ji aliyê artêş û hikûmeta Sûrî ve nebûn.

Tê zanîn, leşkerên Sûriyê doh şemiyê nîvro rawestana çalakiyên leşkerî ragihand li Ghûta Rojhilat a dorpêçkirî, ku di bin destê opozisyonê de ye.

Gurûpeke opozisyonê bixêrhatina agirbestê kir.

Daxuyaniyeke tevgera el-Ghed a opozisyonê ku Ehmed el-Cerba serkirdayetiya wê dike, got rêkeftin li Qahîra hat îmzekirin bi piştgiriya Misir û Rûsya û tevlêbûna gurûpên sereke yên serhildêran.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG