Lînkên eksesibilîtî

Sîpan Dêrikî: Ceneva 7an Ji Bo Çareseriya Sûriye Ne Serkeftî Bidawî Bû


Gereke din ji danûstandinên aştiyê ji bo çareseriya Sûriye ya bi navê Ceneva 7'an bidawî hat, lê bê encamên serkeftî di nav herdû aliyên serekî di van danûstandinan de ji hêla rikeberiya Sûrî û aliyê Hikûmeta Sûrî ve.

Di derbarî Ceneva 7'an de, dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Sîpan Dêrikî re kir, ku ew bi xwe li wir amade bibû û ji nêzîk ve kombûn dişopand.

Birêz Sîpan anî ziman ku, sedema neserkeftina vê kombûnê ji ber hişkbûna herdû aliyên serekî di danûstendinê de (Rêjîma Sûrî û rikeberiyê Sûrî) bê ku yek ji wan ji daxwazên xwe dakeve.

Lê belê di vê gera 7mîn ya Ceneva de, birêz Sîpan dibêje: "Babeta herî balkêş di vê kombûnê de têkbirin û wêrankirna terorismê bû."

XS
SM
MD
LG