Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Bêhtirî 150 Hezar Kes li Efrînê Bêwar Mane


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye îro Şemiyê got bêhtirî 150 hezar kes li Efrînê bêwar mane ji roja Çarşemê ve.

Hate ragihandin ku firokên şer ên Tirkiyê şeva borî bajarê Efrînê kir armanc.

Doh Înê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî got ew “pir nîgeran e” li dor bêwarbûna berfereh a xelkê ji Gûta Rojhilat û Efrînê.

Antonio Guterres got:

“Ji bo min, bi tundî cihê daxê ye ku pirojebiryara Neteweyên Yegirtî ya jimar 2401 li seranserî Sûriyê nehat cîbicîkirin.”

Nivîsîngeha Mafê Mirov a Neteweyên Yekgirtî doh Înê huşdarî da ku wê hin raport wergirtine li dor rewşa Efrînê.

Hin sivîlan ragihand ku hêzên Kurdî nahêlin ew ji bajêr derkevin.

XS
SM
MD
LG