Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên Sûrî Ser Mirinên ji Kolera Hişyarî Didin


Berevanîya sîvîl ya opozîsyona Sûrî îro Sêşemê ragihand ku li bakurê rojavayê Sûrîyê piştî erdhejê jiber şewba kolerayê mirin çêdibin.

Jêderên opozîsyonê didin zanîn ku ji erdheja wêranker ya 6’ê Sibatê vir ve 22 kes jiber kolerayê canên xwe ji dest dane.

Doktorên herêma opozîsyonê dîyar dikin ku bi sedan kes jiber sedemên cihê yên enfeksîyonê têne nexweşxaneyê.

Erdhejên 6’ê Sibatê, ku li Tirkîye û Sûrîyê xistin, li her du welatan kêşeyên mezin yên saxlemîyê çêkirine.

Karbidestên saxlemîyê yên her du welatan ser bîna meytên bin kavilan, tozên enqazan, bidestnexistina amûrên paqijîyê û nebûna tuwaletan û hin kêşeyên din hişyarî didin.

Jêder: Reuters, TTB

XS
SM
MD
LG