Ligel destpêkirin a bûyerên vê dawiyê li Sûrîyê, Kurdan li seranserî cîhanê bi yekgirtî piştgirîya xwe ji bo parastina ezmûna Rêvebirîya Xweser a bakur û rojhlatê Sûrîyê (Rojava) nîşan dan.
Li gor çavdêran, ev yekîtî ji bo gelê Kurd "xalek dîrokî" ye bo Kurdan û derbaskirina astengiyeke girîng ya derûnî ye bo bi destnîşankirina "Hêlên sor ên neteweyî".
Dr. Serdar Ezîz, lêkolînerê navneteweyî ji Dengê Amerîka re got, "Ev cara yekem e ku Kurd sînor û astengîyan derbas dikin, em dikarin bêjin ku ev cara yekem e ku em bingeha netewebûna Kurdan tevî sînor û welatan dibînin."
Herwiha Cebar Qadir, çavdêrekî Rojhilata Navîn û Tirkîyê got, "Ev asta yekîtî û çalakiya siyasî, bi taybetî di nav Kurdên li derveyî welêt de, diyardeyek nû ye û nîşan dide ku piraniya Kurdan doza xwe fêm dikin û dizanin ku divê ew xwe biparêzin û li benda kesî nebin."
Piştî ku hikûmeta Sûrîyê bi serokatiya Ehmed el-Şeri peymanek bi Îsraîlê re imza kir, di 6ê Çileya 2026an de li Helebê şer di navbera Artêşa Erebî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de destpê kirin.
Artêşa Erebî ya Sûrî ber bi deverên di bin kontrola HSDê de pêşveçûn kirinl di dema eşîrên Ereb ji dû HSDê vegeriyan û hevsozîya xew bi hikûmetê re diyar kirin, şervanên kurd bo deverên Kurdan vekişiyan.
Ji ber pevçûn û tundûtûjiyan berdewam hejmara kuştîyan nayê zanîn lê karbidestên Rêveberiya Xweser dibêjin, ku di êrîşan de bi sedan kes hatine kuştin û bi sedan hezaran kes jî koçber bûne.
Çavkaniyên nûçeyan li Kobanîyê dibêjin, ku ji ber qutbûna elektrîkê û dorpêçkirina bajêr pênc zarokên mirine.
Bûyer hingî lezgîn bûn heyecanek a berfireh a Kurdan li tevaya cihanê derxist, bi taybet piştî ku Wezareta Karûbarên Olî ya hikûmeta Sûrîyê daxwaz ji melayên mizgeftan kirin ku bi Sureta Enfal piştgiriyê bidin Artêşa Erebî ya Sûrî dijî HSDê.
Herwiha, weşandina çend vîdyoyên ku tê îdia kirin li qadên şer hatine tomar kirin, wek mînak neçar kirina welatiyên Kurd ku "Birewîn" û birîna kezîya şervanek a jin a Kurd piştî kuştina wê, welatiyên Kurd bêtir hêrs kirin.
Di çend rojên borî de, bi dehan xwepêşandanên mezin li deverên Kurdan, Ewropa, Amerîkayê û Kanada yê dijî êrîşên artêşa Erebî a Sûrîyê hatine lidarxistin, li heman dem de û jiber rewşa xirab ya sivîlan helmeteke alikarîyan bi milyonan dolaran bo deverên Kurdan li Sûrîyê hatine şandin.
Bi bawerîya Cebar Qadir, "Ev tê bi wateya ku Kurd ne wekî berê rûnin û daxwaza alîkarîyan û parastinê bikin, lê hewl dide ku daxwazîyên xwe bidin ber çav û ev prosesa sazbûna netewî ye."
Birêz Qadir dibêje "Ev berhem a hemû çalakî û tevgerên siyasî û civakî ye ku îro gihîştine astek bilind û girîng û ev yek dê bibe diyardeyek, bi taybetî ji bo dîasporaya Kurd, û dikare bibe garantiyek ku êdî Kurd di hundirê Kurdistanê de neyên qir kirin.”
Çavdêr dibêjin ku ji bilî berfireh bûna peywendiyan bi rêya torên civakî, yek helwestê partiyên siyasî li ser mijara Rojava roleke girîng di avakirina yekîtiya Kurdan de hebû.
Dr. Serdar Ezîz, lêkolînerê navneteweyî gote Dengê Amerîka "Sedema sereke helwesta partiyên Kurdî ye, bitaybet ji ber ku îro PDK xwedî navendek mîna Hewlêrê ye û dezgehên medyayê yên girîng weko Rûdaw û kanalên din e. Ev hemû hişt ku Kurd ûm Amerîkayê li Hewlêrê bicivin bêyî ku biçin navendeke din wekî Enqere, Bexda, Tehran yan Şamê.”
Çavdêr dibêjin, ji hêla stratejîk ve, ketina Kurdan li Sûriyê bo gefeke mezin li ser Herêma Kurdistan a Iraqê û ev yek dibe sedem ku karbidestên Kurdistan ê hewl bidin ku rêveberîya ku Kurdên Sûrîyê di dema şerê dijî Daişê bi dest xistine biparêzin.
Ezîz ragihand, "Ketina Rojava bo Başûr gefeke mezin a ewlekarîyê ye û dê hevkêşeya herêmî biguherîne. Îraq bixwe niha rû bi rû pirsên mezin tê jiber rewşa Sûrîyê wê bandorê li wê ji bike. Em ber bi siberojeke ne diyar diçin, bi taybet dibe nakokî dinavber a Şîe-Sunnî yan de ji nû ve derkeve? Erê Îran ber bi kîjan alî ve diçe? Gelo civaka navneteweyî li hember van hemû tawanan bşdeng be? Ev hemû eger handerin bo afirandin a sozek a giştî hember Kurdan."