Piştî nêzîkî navbereke neh mehan, nûnerên hikûmeta Sûrî û yên opozîsyonê dest bi gera nû ya danûstandinên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku armanca wê nivîsandina reşnivîsa destûreke nû ye bo Sûrîyê.
Berî destpêkirina danûstandinan îro Duşemê, karbidestekî NY roja Yekşemê bi awayek ne fermî digel endamên komîteya ku jibo amadekirina pîvanê hatine erkdarkirin civîya.
Nûnerê Taybet yêNY bo Sûriyê, Geir Pedersen, piştî hevdîtina nûnerên hikûmet û opozîsyonê yên komîteya destûrî ya ji 45 kesan pêk tê, roja Yekşemê xweşbîn bû. Wî got ku ew gihiştine rêkeftinekê li ser çawanîya pêşxistina danûstandinên çaverêkirî.
"Her du hevserok niha li hev dikin ku em dê ne tenê ji bo reforma destûrî amadekarîyê bikin, lê emê amadekarîyê bikin û dest bi nivîsandina reforma destûrî bikin," wî Pedersen. "Ji ber vê yekê, tiştê nû ya vê heftîyê ew e ku emê bi rastî dest bi prosesek reşnivîsa reformek destûrî li Sûrîyê bikin."
Reşnivîsa destûrê beşekî girîng e bo dawîkirina şerê pirtirî deh salan e ku tê de nêzîkî nîv mîlyon mirov hatine kuştine û dora 13.5 mîlyon kesên din koç kirine, hem li hundirê Sûrîyê hem jî wekî penaber li welatên cîran.
Pedersen eşkere kir ku kesên di civînê de têdigihêjhin ku ew di valahiyê de naxebitin. Wî got ku komîte dizane ku hîn jî rojane mirov têne kuştin û birîndarkirin û divê ev yek bidawî bibe.
"Wekî hûn hemî pê dizanin, li ser vê yekê, me rewşeke mirovahî û aborî gelek dijwar heye," karbidestê NY got. "Zêdetirî 13 mîlyon Sûrî pêdivîyê alîkariya mirovî ne û nêzîkî 90 % jî li jêr xeta hejarîyê dijîn ... Ji ber vê yekê, min gazî Civata Ewlekarîyê kir ku niha pêwîst e em bên ba hev û jibo berjewendîya Sûrîyê proseseke nû bidin dest pê kirin û pêşve bibin."
Pedersen destnîşan kir ku cara yekê ye du hevserokên hikûmetê û opozîsyonê yên komîteyê digel wî hevdem civîyan. Wî got ku wan danûstandinek berbiçav û zelal li ser awayê pêşketina reforma destûrî kirin. Pedersen da xuya kirin ku ew hêvî dike ev jî ji bo danûstandinên bi heftîyan dirêj bike baş be.