Ajansa nûçeyan a Sûrîyê SANA roja Yekşemê got ku "Artêşa Erebî ya Sûrîyê kontrola tevahîya Bendava Furatê bi dest xistiye, û rêveberîya bingehên wê yên av û hîdroelektrîkê, piştî kontrola rêxistina HSD’ê ya bi salan, vegerand bo karmend û pisporên hikûmetê."
Ev yek tê di demekê de ku pevçûn di navbera Hêzên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) li wan navçeyan derketine holê.
HSD’ê îro Yekşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, "Hêzên me, Hêzên Sûrîya Demokratîk, bi beşdarîya Yekîneyên Parastina Jinê, sê hewldanên êrîşan ku ji hêla komên çekdar ên girêdayî Şamê ve li ser enîya Bendava Tişrînê pêk hatibûn pûç kirin."
"Di encama operasyonên parastinê de du tank, wesayîtek zirxî, û her weha du wesayîtên leşkerî yên bi çekên giran ên doşkayê barkirî û buldozereka wan koman, hatin jinavbirin. Li ser enîya navborî şer hîn jî berdewam e," Daxuyanîya HSDê got.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan(SOHR) ji alîyê xwe ve dibêje ku "li parêzgeha Reqqayê, hêzên hikûmeta veguhêz piştî pevçûnên dijwar bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bingeha esmanî ya leşkerî ya Tebqayê kontrol kirin, berî ku piştî vekişîna HSD’ê, nexweşxaneya netewî ya Tebqayê, bajarê kevin ê Tebqayê û taxên li navenda Tebqayê (Tebqaya nû) kontrol bikin."
Amerîka hewil dide nakokîyên hikûmeta Demkî ya Sûrîyê û HSD’ê bi awayekî aştîyane çareser bike û doh Şemîyê şanerdê wê yê ji bo Sûrîyê Tom Barrack li Hewlêra Herêma Kurdistana Îraqê zincîrek kombûn lidar xistin û tê çaverêkirin ku li Dîmeşqê jî kombûnan bike.