Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dorpêçkirina Deraa Û Çarenûsa Opozîsyona Sûrî li Wir


Daraa Syria
Daraa Syria

Pevçûn û girjîyên dawî li parêzgeha Deraayê di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û opozîsyonê de derî li krîzeke mirovahî ya nû vekirîye.

Bêhtirî meh û nîvekê ye ku hêzên hikûmetê bajarê Deraayê dorpêç kirîye, di çarçoveya operasyonekê de ku hikûmet dibêje ew li dijî “terorîstan” e, di demekê de ku opozisyon dibêje ew ji bo kontrolkirina bajêr bihane ye.

Di encama êrîş û pevçûnan de bi hezaran malbatên Deraayê di bin dorpêçkirineke tund de, bê av û xwarin û xizmetên saxlemîyê mane.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji 28’ê meha borî ve, herî kêm 18 hezar sivîl ji taxa Deraa al-Balad revîyane û li Deraa al-Mahatta derbider bûne.

Rûsya, ku bû demeke navberîya guftûgoyan di navbera rêjîmê û opozîsyonê dike, hîn bi ser neketiye û hin çalakvanên opozîsyonê dibêjin Rûsya ne bêalî ye û plana wê ew e ku hêzên hikûmtê Deraayê kontrol bikin.

Berê rewşa Deraayê li ku ye û senaryoyên çareserîyê çi ne?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Elî Mislim, nivîskarê sîyasî ku li Tirkîyê dimîne û rojnamevan Lewend Hisên ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 10-8-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:08 0:00

XS
SM
MD
LG