Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku îro Sêşemê hêzên ser bi hikumeta Sûrîyê ve çend gund li nêzîkî bajarokê Dêr Hafir yê rojhilatê Helebê bombebaran kirine.
Li gor agahîyên SOHR, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bersiva wan êrîşan da, lê behsa ti ziyanan nekir.
HSD’ê jî ragihand ku di van êrîşan de hêzên ser bi hikûmetê ve mûşek bikar anîne.
Parêzgarê Helebê nexşeyeke parêzgehê belav kir, tê de hinek deverên Dêr Hafir bi rengê sor destnîşan kiriye û daxwaz ji xelkê kir ku dûrî cihên leşkerî bikevin.
Li alîyekî din, SOHR da zanîn ku li hinek deverên din yên Bakur û Rojhilata Sûriye çalakîyên leşkerî yên hêzên ser bi wezareta berevanîya Sûrîyê ve zêde bûne. Di nav wan cihên ku armanc kirine derdora Bendava Tişirînê ye.
Ev pêşketin tên du rojan piştî ku artêşa Sûrîyê herdu taxên Kurdan li Helebê bi tevahî kontrol kirin.