Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: bi Kêmanî 17 Sivîl li Rojhilata Sûriyê Hatin Kuştin


Deir el-Zour, Syria
Deir el-Zour, Syria

Çalakvanên Sûrî dibêjin bi kêmanî 17 sivîl hatin kuştin di encmam komek êrîşên esmanî de li ser çemê Feratê li rojhilata Sûriyê.

Omer Ebû Leyla, endamê gurûpa çavdêriyê Dêrazor 24 dibêje firokên Rûsî îro Yekşemê êrîşî hin qeyikên ser çemê Feratê kirin, ku xelk ji alîkî dibirin aliyê din li bajarokê el-Balûl ê di bin deste Daişê de li rojhilata bajarê Dêrazorê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got jimara kuştiyan 21 e. Ew dibêje hêzên esmanî yên Rûsya berpirs in. Lê ev idîaa bi awakî serbixwe hîn nehatine piştrastkirin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û hêzên Sûriya Demukrat bi piştgiriya Amerîka, her aliyek hewil dide Daiş li wir têk bibe û wan navçeyan têxe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG