Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Kampên Koçberîyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerab Bûye


Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kampên koçberîyê hene ,koçberên di van kampan de dijîn di rewşên dijwar re derbas dibin, bi taybetî piştî êrîşa grûpên çekdar ku Tirkîyê piştgirîya wan dike, ku bû sedema beşek ji rêxistinên alîkariyê ji van kampan re pêşkêş dikin karê xwe rawestînin.

Cîhan Mihemed, hevseroka desteya kar û barên civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dengê Amerîka re ragihand ku Komîsyona Penaberan a Netewên Yekbûyî wek tê xwestin alîkariya koçberan nake.

Piştî bikaranîna Rûsya mafê Vîto ji bo girtina deriyên ne fermî bi Rêjîma Sûriyê re rewş dijwartir bû, bi taybetî derîyê Til Koçer ku gelek alîkarîyên mirovî tê re derbasî Bakur û Rojhlatê Sûriyê dibûn.

Ciham Mihemed
Ciham Mihemed

Mihemed dibêje ku girtina derîyên sînorî dikeve berjewendîya rêjîma Sûrîyê .

Herwiha Koçberên li navçeya Şehba dimînin rewşa wan ji yên hemû koçberên din xerabtir e, ji ber ji aliyê rêjîma Sûrîyê û Tirkîyê de dorpêçkiriye, ku pêwistî li wir bi şîrê zarokan û derman heye.

Hêjayî balkişandinê ye ku li kampên koçberiyê 125 hezar koçber dijîn û nêzî melyonek koçber ji hemû Sûrîyê koçberî navçeya Rêveberiya Xweser bûne.

Raporta Deng/Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00


XS
SM
MD
LG