Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîneyên Polîsê Sûrî Derbasî Bajarê Dûma Dibin


Tilfizyona Dewleta Sûrî dibêje yekîneyên polîs derbasî bajarokê Dûma dibin, cihê ku êrîşa kîmawî ya berguman lê bûyî û bingeha dawî ya serhildêran li Gûta Rojhilat.

Tilfizyonê hin girteyên vîdyo yên endamên polîs li gel ala Sûriyê belav kirin, ku got li Dûma ye û “hebûna terorîstan” li Dûma dê di “çend demjimêran de” bi dawî bê.

Derbasbûna hêzên hikûmeta Sûriyê bo Dûma tê piştî rêkeftinekê bi navcîtiya Rûsya ku li gor wê bi hezaran serhildêr û sivîl ji wir derketin.

Tê zanîn Dûma û hêrêma Gûta Rojhilat ji sala 2012 ve di bin destê serhildêran de bû û kontrolkirina herêmê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûrî ve serkeftineka mezine ji bo serokê Sûriyê Beşar el-Esed.

XS
SM
MD
LG