Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Wê Firokeke bê Firokvan li Nêzikî Colanê Ji Kar Xist


Ajansa Sûriyê ya nûçeyan dibêje desthilatdaran li nêzîkî girên Colanê rê li firokeke bê firokvan girt û ew ji kar xist. Firokê bumbe û teqemenî hilgirtibûn.

Ajansa SANA hin wêneyên firokê îro Şemiyê belav kirin lê ti agahiyên berfereh nedan.

Ev rûdan tê du rojan piştî jikarxistina firokeke din li bajarokê Aqraba yê gundewarê Dîmeşqa paytext.

Kesekî berpirsiyariya van firokan ranegihand.

Îsraîl carcaran êrîşên esmanî li Sûriyê dike lê kêm caran wan radigihîne. Ew dibêje hêzên Îranê û Hizbullah a Libnanî armanca êrîşên wê ne.

Li Libnanê, hikûmetê di encama vekolînên xwe de roja pêncşemê gotibû ku du firokên bê firokvan ên Îsraîlê meha borî li paytextê ketibûn, ku yekê ji wan 4.5 kîlo teqemenî hilgirtibûn.

XS
SM
MD
LG