Ajansa Nûçeyan a Sûrî(SANA) ji ser zarê Wezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê îro Duşemê ragihand ku wê piştî bicîhanîna Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13 a 2026an, dest bi amadekarîyan kiriye ji bo danasîna rêbazên xwendina bi zimanê Kurdî li dibistanên seranserê welêt.
SANA got,”Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku wê ferman daye ku di nav şeş mehan de pirtûkên waneyên bi zimanê Kurdî ji bo hemî astên perwerdeyê werin amadekirin, bi armanca ku rêbaza xwendinê berî destpêka sala akademîk a bê were belavkirin.”
“Wezaretê got ku ev gav naskirina fermî ya nasnameya Kurd a Sûrîyê wekî beşekî yekgirtî yê welêt nîşan dide, û nasnameya çandî û zimanî ya Kurdî wekî pêkhateyek bingehîn a nasnameya neteweyî ya "pirreng û yekgirtî" ya Sûrîyê bi nav dike,” SANA anî ziman.
Ev ragihandin tê di demekê de ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê êrîşan li gundewarên Kobanîyê pêk tînin.
N.H ku bi salên dûr û dirêj mamosteya dibistanê ye û ji ber sedemên ewlehîyê nexwest navê xwe bi temamî aşkere bike, ji Dengê Amerîkayê re got ku ev gav çavgirtine ji êrîşên ku niha li herêmên Kurdan dibin.
Ew dibêje, "mafên kurdan pir ji dayîna du korsên bi zimanê kurdî mezintir in. Em neteweyek xwedî mafên netewî ne, ne tenê fêrkirina ziman."
SANA dibêje li gorî çarçoveya nû, “Kurdî dê wekî mijarek bijarte li dibistanên giştî û taybet ên li deverên ku nifûsa Kurd a girîng lê heye were hînkirin. Ev mijar dê ji bo du caran di hefteyê de li seranserê hemî astên polan were pêşkêşkirin.”
Ajansa Sûrî dibêje,” her wiha ferman ji rayedarên perwerdeyê re hatine danîn ku mamosteyên zimanê Kurdî yên jêhatî, çi ji nav hêza kar a heyî an jî ji derve, bigirin. Wezaretê her wiha destpêkirina bernameyên perwerdehiyê yên taybet ji bo mamosteyên zimanê Kurdî ragihandine, di nav de korsên bawernameyê yên destpêkê û pêşkeftina pîşeyî ya berdewam.”
Wezaretê bal kişandîye ser parêzgehên ku Kurd lê pir in û gotîye ku”Dibistanên ku berê zimanê Kurdî hîn dikin dê di bin bernameyên xwe yên heyî de berdewam bikin heta ku bernameyên nû bi fermî werin pejirandin.”