Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokayetîya Sûrîyê li Herêmên bin Kontrola Hikûmetê Dibin


Îro 26 mehê ji setên sibehê de li sûrîyê li herêmên jêr desthiladarîya rêjîmê dest pê kirin.

Li herêmên rêvebirîya xweser, rêvebirîyê rê neda rêjîmê ku sendoqan deyîn in.

Li Qamişlo li hundirê çarkoşeya ewlekarî, balafirgeh û nexweşxana niştimanî û hejmerk ji gundên jêr destê rêjîmê li başûrê Qamişlo ku ev dever jêr destê rêjîmê û Rûsîya de ye sendoq hene.

Li gorî agahîyan ku rêjîm li Qamişlo li deverên desthiladarîya xwe de 88 xalên hilbijartinan hene.

Welatîyek bi navê Elî Ehmed Hisên ji Qamişlo ye ew çû dengê xwe da di hilbijartinan e, dibêje ku ew bi Beşar Esed bawer e ku rewşa Sûrîyê vegerîne wek berîya 2011 an.

Ew dibêje:

"Ez çûm min erkê xwe yê niştimanî pêk anî û min dengê xwe da serok Beşar Esed, hêvîya min eve ku Sûrîyê bi wî re derbasî qonaxek nû bibe."

Ev hilbijartin ya didwan e ji destpêka alozîya Sûrîyê, ku dê pêşbîne beşar bi serkeve ku ev 4mîn car e dibe serokê Sûrîyê bo 7 salên werin.

Du kandîdên din jî hene.

Li deverên kontrloa rêjîma Sûrîyê li gorî wîzareta hindrîn ya rêjîmê nêzî 18 milyon kes li hundir û derve dikarin beşdarî hilbijartinan bi bin, ji wan 11 milyon kes li herêmên bi serwrîya rêjîmê de ne. 12 hezar navned hene.

Şopîner bawer dikin ku hejamara kesên li deverên serwerîya rêjîmê ya ku ji alîyê rêjîmê ve hatîye ragihandin ne raste ku ew jimar kêmî derdora 8 milyon kesin.

Şirovekar Dilbirîn Xelo dibêje rêjîm bi serjimarin ne rast dixwaze rawabûnê bide hilbijartinên xwe yên ku nayên erêkirin ji bêtirî 15 milyon Sûrî.

Li deverên rêveberîya xweser jîyan normal e, û ti dîyardeyên hilbijartinan lê tune ne.

Li alîyekî din, partîyên sîyasî yên kurdan û xiristîyanan, her wisa MSD û partîyên rêveberîya xweser, û şêxên eşîran bi daxuaynîyan hilbijartin serokatîya sûrî bi ne rawa pesin dan û gotin têkilîya wan bi wê tune.

Ebidlikerîm Siko serokê partîya Demoqratî Kurd li Sûrîyê ku partîyeke di nava rêvebirîya xweser de dibêje ku ev hilbijatin ji alîyê rêveberîya xweser nayê erêkirin, û ne rawa ne.

Lê li herêmên rêvebirîya xweser li bakûr û rojhilatê sûrîyê ev hilbijartinê nayên darxistin, kolana kurdên sûrî bi rengekî normal ser karê xwe ne, û guh nedane hilbijartinan.

Elî ebdelah ciwaneke 23 salî ye dibêje ku dewsa hilbijartinan wî dixwest ev roj dadgeha wî be.

Ferhad Resûl ajokereke ji Qamişlo ye dibêje ku ew bawerîyê bi hilibijartinên rêjîmê nake.

Li alîyekî din, şêxên êlên ereban li Reqa di daxuyanîkê de ev hilbijaritn ret kirin.

Di daxuyanîya xwe de gotin ku ev hilbijartin ne rawa ne, û kî beşdarî bibe dê alîgirê kujeran be.

Ew dibîjin ,

"Em radighînin ku em dijî ku miletê me kuşt û penaber û girt , beşarê kujer marê şamê , ragihandina wî dibêje ev hilbijartinê ku nav lêdikin hilbijartin in, ku ev yek li dijî îradîya gelên sûrîyê ye, ji ber ku di demeke pirr xerab de tên darxistin, ku azadîya gelê me tune, û xwesetka wî ya çarenûsê tune."

Li gorî ragihandina rêjîma sûrîyê ku set 7 êvarî bi dema sûrîyê ev hilbiatin berdewan bin.

Û dê di heman rojê de encam werin ragihadin, ku pêşbîne Beşar Esed ji bo 7 salin din bimîne.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:33 0:00


XS
SM
MD
LG