Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Tevlî Hilbijartinên Xwecihî yên Welêt Nabin


Yekem hilbijartinên şaredarî li Sûriyê ji sala 2011an ve birêve diçin, di demekê de ku girjî di navbera hikûmetê û rêveberiya xweser a Kurdan hene û rêveberî nahêle hilbijartinên li herêmên wan bibin.

Sandiqên dengdanê îro Yekşemê vebûn li gel 40 hezar kandîdên ku hewil didin 18,478 kursiyên civatên şaredariyan wergirin, li gor wezareta rêveberiya xwecihî.

Ev yekem care hilbijartinên şaredariyê dibin ji dema destpêkirina şerê navxweyî yê welêt ve sala 2011, di demekê de ku hikûmet berdewame di kontrolkirina navçeyan de ji bin destê opozisyonê.

Hilbijartinên serokatiyê di sala 2014an de li navçeyên bin kontrola hikûmetê de bûn.

Rêveberiya xweser a Kurdî red dike ku bakurê Sûriyê tevlî hilbijartinan be. Berpûirsên wê dibêjin ew Sûriyakefedral dixwazin ku Dîmeşq rêzê li reveberiya wan a xweser bigre.

XS
SM
MD
LG