Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozisyona Sûrî Banga Qonaxeke Veguhestinê Berî Hilbijartinan Dike


Rêberê koma serekî ya opozisyona Sûrî Hadî Behra ragihand ku divê qonaxeke veguhêz ya 18 mehan li Sûrîyê were holê berî ku hilbijartinên Azad li welêt werin lidarxistin.

Serokê Etîlafa Sûrî îro Yekşemê piştî ketina rejîma Sûrî ragihand ku divê jîngeheke ewle, bêalî û aram jibo hilbijartinan were peydakirin.

Piştî zêdetirî 13 salan ji şerê navxweyî, serhildayên Sûrîyê roja Yekşemê paytexta welêt kontrol kir û dawî li rejîma Serokê berê Beşar el Esed anî.

Behra got ku divê reşnivîsa destûrekê di nav şeş mehan de were amadekirin, tê de hilbijartinê yekê dê wekî referendum be.

Rêberê opozisyonê got: “Ewê destûr bêje, gelo dê sîstemeke parlemanî hebe, an sîstemeke serokatî, an jî sîstemeke têkel? Ser wê yekê, emê hilbijartinan pêk bînin û xelk dê rêberê xwe hilbijêrin.”

Behra herwiha ragihand ku opozisyonê ji karmendên dewletê daxwaz kiriye ku karê xwe berdewam bikin heta qonaxa veguhestinê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG