Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrot: Mijarên Serdana Min, Şerê Dijî Daişê, Ewlehîya Sûrîyê û Mafên kurdan e

Jan-Noel Barro, Wezîrê Derve yê Fransa
Jan-Noel Barro, Wezîrê Derve yê Fransa

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot ragihand ku ez îro li Şamê me, çend rojan piştî zêdebûna alozîyan li Bakurê rojhilata Sûrîyê, li dema Serokê Fransayê û wizareta derve rolek ereke di çareserîya siyasî de hebû.

Barrot got, Ev serdana min a duyemîn a Şamê ye her ji dema nemana rejima Beşar Essad ve, herwiha piştî 10 salan ji êrîşa (Bataclan) ku Daişê ji sûrîyê plankir bû û niha ji ewlehîya jin û mêrên Fransa di metisyan de ye.

Wezîrê Derve yê Fransayê liser tora X'ê nivisî kû “Fransa bo dema 10 salan bi qehremanî û bê rehmî û bi hemû hêza xwe ya leşkerî dijî Daişê şer.”

Herwiha da zanin, ku li 2ê Çele yê bi hevkarîya hikumeta Sûrî ku niha beşeke ji koalisyon a naf netewi êrîş dijî Daişê li sûrîyê hatine kirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, ku kombûna min li Şamê li ser berdewamîya entegrebûna Sûrîyê dinav koalisyonê de, parastin a ewlehîya girtîgehên Daişê û parastina destkeftiyên dijî terorê yên bi alikarîya Kurdên Sûrîyê hatin bi destxistin û ev wê bibe mijara seredana min bo Bexda û Hewlêrê.

Barrot, tekez li ser cêbicê kirina peymana 30ê Çile a di navbera Hêzên Sûrîya Demokratik (HSD)ê û hikumeta Sûrîyê de kir, ku divê hêzên Kurdan di nav hêzên ewlehêya hikumetê entegre de bin, herwiha tekez li ser girngîya fermana serokatiyê kir, ku mafên zimanî, çandî û perwerdeyî yên Kurdan nas dike.

XS
SM
MD
LG