Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Dibêje Wan Zeviya Gazê ya Herî Mezin ji Dest Daiş Rizgar Kir


Berpirsekî Hêzên Sûriya Demukrat ên ku Amerîka piştgiriya wan dike, dibêje şervanên wan zeviya gazê ya herî mezin li Sûriyê ji bin destê gurûpa Daiş rizgar kir.

Nasir Haj Mensûr dibêje Zeviya gazê Konoko îro Şemiyê bi temamî ket bin kontrola HSDê piştî çend rojên şer li dijî tundrewan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, dibêje HSDê zeviya gazê li parêzgeha Dêrazorê hîn kontrol nekiriye û şer li derveyî wê hîn berdewam e.

Tê zanîn, şervanên HSDê li qeraxa rojhilat a çemî Ferêt pêş dikevin di demekê de ku hêzên rêjîma Sûriyê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî, deskeftan li aliyê rojava qezenc dikin.

XS
SM
MD
LG