Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov îro Yekşemê got şerekî tund diqewime li Gûta Rojhilat, cihê ku hêzên hikûmeta Sûriyê pêş dikevin û navçeeyên serhildêran kirine sê beş.
Çavdêriyê got bêhtirî 1,100 kes bûne qurbanî ji dema destpêkirina êrîşê ve, sê hefteyan berê.
Wê got pevçûnên giran li gelek eniyan dibin, li gel pêlên topbaranê û êrîşên esmanî bi firokên helîkopter.
Tilfizyona dewleta Sûrî doh Şemiyê ragihand ku artêşa Sûriyê bajarokê Mesraba kontrol kiriye û bajarokên sereke yên herêma serhildêran Dûma û Heresta ji hev qetandine.
Serhildêran got ew hîn bi temamî ji hev qut nebûne, lê çavdêriya Sûrî got riya di navbera van sê beşan de di bin agirê artêşa Sûriyê de ye.
Herdû gurûpên serhildêr ên sereke Feyleq el-Rehman û Ceyş el-Îslam soz dan ku dê berxwedanê bikin li dijî êrîşa hikûmetê, lê wan di du hefteyan de bêhtirî nîva herêmê ji dest dan.