Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirkiyê û Çekdarên Girêdayî Wê Rojavayê Girêsipî Topbaran Dikin


Bajarê Girêsipî
Bajarê Girêsipî

Artêşa Tirkiyê û Çekdarên Girêdayî Wê Dîsa Gundên Rojavayê Girêsipî Topbaran kirin.

Gundên Korhesen, Zenûbiya, Sewan, leqleqo, Xirbialboger, Qizalî û Bîrzinar hatin topbarankirin

Dengê Amerîka li gel fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girêsipî Riyad Xelef peywendî kir, Xelef da zanîn ku gundên hatin topbarankirin hemî têde sivîl dijîn û wî diyar kir ku tenê sivîl dibin qurbaniya topbaranê û herwiha ziyana medî jî li mal û milkê sivîlan dibe .

Tê zanîn ku pîştî vekşîna hêzên Amerîkî ji devera Girêsipî û hewrdora wê, hêzên Rûsî û yên Sûrî wek garantorê agirbestê ketin deverê û li ser eniya şer di navbera HSD û Tirkiyê de belav bûn.

Li gor fermandar Xelef ku di encama topbarana Tirkiyê de leşkerekî rêjîma Sûriyê hat kuştin, lê ne hêzên Rûsî û ne jî yên Sûrî bersîva topbaranê da.

Xelef bal kişand ku ev ne cara yekê ye ew dever dibe armanca Tirkiyê û girûpên çekdar, û li gor wî ku Rûsya ti caran bi erka garantoriya agirbestê ranebû ye .

Hêjaye gotinê ye ku bi dehan gundên têde sivîl dijîn li seranserê xeta di navbera HSD û Tirkiyê de hene, û ev gund bi berdewamî ji aliyê Tirkiyê û girûpên çekdar ve tên topbarankirin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Mehmûd Balî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00


XS
SM
MD
LG