Medya dewleta Sûrîyê îro Yekşemê got ku desthilatdarên welêt kar dikine ji bo kontrolkirina agirê ku bi parûzgeha niftê ya sereke li Homsê ketî.
Wê got ku agir bi yekîneyeke niqutandinê ket bi sedema kêşeyeke teknîkî di îstgeheke tilimpeyan de, bê ku agahîyên berferh dabîn bike.
Televizyona dewletê hin girteyên vîdyo belav kirin ku agir û domana reş ji dûr ve nîşan dan û tîmên agirkuştinê hewla vemirandina agir didan.
Meha Çile ya îsal jî agirekî mezin bi parzûngeha Homsê ketibû.
Herdu parzûngehên Homs û Banyas yên Sûrî, di van mehên dawî de rûbirûyî kêmbûna piştgirîya nifta Îranê bûne, bi sedema cezayên li dijî welatê ku ji bo pêwîstîyên xwe yên wizeyê pala xwe bi awayekî sereke dide ser Îranê.