Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gurûpeka Çekdar Rêkeftina li dor Idlibê Red Dike


Gurûpeka girêdayî al-Qaîde li Sûriyê rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya durustkirina herêmeke aram li parêzgeha Idlibê red kir û soz da ku ew ji herêmê denakeve.

Gurûpa Hurras al-Dîn, ango nobedarên ayînê rêkeftin wek pîlaneke mezin bi nav kir.

Piraniya çekdarên gurûpê ji rêxistina al-Qaîde pêk hatiye ku ji gurûpa desteya rizgarkirina Şamê perçe bûne.

Destya Rizgarkirina Şamê ew gurûpa herî mezin e li parêzgeha Idlibê.

Hurras al-Dîn di daxuyaniya xwe ya doh şemiyê de bang li piştgirên xwe kir ku “ji bo alîkariya xelkê Şamê” ji seranserî cîhanê werin Sûriyê.

Doh Înê wezîrê berevaniya Tirkiyê got wan sînorên navçeya aram li gel hevtayên xwe yên Rûsî danîne.

XS
SM
MD
LG