Encûmena Leşkerî ya Hêzên Sûriyê Demokrat li Dêrezorê, îro Sêşemê ragîhand ku wê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî DAIŞê dê berdewam bikin. Lê ji aliyekî din ve, hate ragihandin ku hin pevçûn di nav "HSD" û artêşa rêjîma Sûriyê li wê deverê derketin holê.
Derabrê rewşa nû li parêzgeha Dêrezor, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hevserokê Ragîhandina Azad li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ekrem Berekat re encam da.
Birêz Ekrem anî ziman, ku ev operasyonên leşkerî , berdewamiya xebatên leşkerî yên HSD ne, di bin erkê pakirina xaka Sûriyê ji DAIŞê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navnetewî .
Herwiha birêz Ekerm dibêje: "Artêşa rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji Rûsiya û Îranê, dixwazin rê li ber HSD'ê bigrin û aloziyan derxînin meydanê ji bo ku berjewendiyên xwe li wê deverê biparêzin."