Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Êrîşeka Esmanî 28 Kesan Dikuje


 Xan Şêxûn
Xan Şêxûn

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov îro Şemiyê got êrîşeka esmanî şeva borî li gundekî parêzgeha Idlibê 28 kes kuştin, di nav de jî 4 zarok.

Karmendên rizgarkirinê dibêjin Hêzên Sûriyê û Rûsya bi dehan sivîl di êrîşên esmanî de kuşt in piştî çekdarên serhildêr êrîş li dijî hêzên hikûmetê li herêmêdi roja 19 vê mehê de pêk anîn.

Leşkerên Sûrî û Rûsî dibêjin ew tenê çekdaran ji xwe re dikin armanc û kuştina sivîlan red dikin.

Parêzgeha Idlib a di bin destê gurpa jîhadî ya berê bi navê Cubhet el-Nusra dihate nasîn, di şeş mehên borî de hinekî aram bû ji aliyê êrîşên esmanî ve.

Êrîşa şeva borî gundê Armanaz ji xwe re kir armanc ku çend kîlometran dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Berevaniya Sivîl a Sûrî got jimara seretayî ya kuştiyan 26 kes in.

XS
SM
MD
LG