Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr Dibêjin Herî Kêm 4 Kes li Idliba Sûrî Têne Kuştin


Êrîşeka ser Jisr al-Şuxûr berî Çend Rojan
Êrîşeka ser Jisr al-Şuxûr berî Çend Rojan

Li Sûriyê çavdêr û karmendên rizgarkirinê dibêjin herî kêm 4 kes hatin kuştin di helmeta hikûmeta Sûrî û Rûsî de li ser bajarê Idlibê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, ev êrîşên dawî wek yên herî giran binav kirin ji dema destpêkirina êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê ve, meha borî .

Çavdêriyê 68 êrîşên esmanî li bajarêkê Xan Şêxûn ê başûrê rojavayê Idlibê û hin gund û bajarokên din li parêzgehê û her wiha li bakurê parêzgeha Hema tomar kirin.

Wê got bi kêmanî 4 sivîl hatin kuştin, di nav de jinek û du zarokan, li gundê Abdîn ê Xan Şêxûn.

Rêxistina berevaniya sivîl, ku her wiha bi navê Kumsipiyan tê naskirin, wê jî 4 kuştî li gundê Abdîn tomar kirin.

Wê got kesekî din jî li gundê Helba hate kuştin.

Gurûpê got yek ji navendên wê yên ku berê rastî ziyanê hatibû dîsa hate armanckirin.

XS
SM
MD
LG