Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bixêrhatina Agirbestekê li Sûriyê Dike


Amerîka dibêje ew bixêrhatina agirbestekê dike ku pêşbêne li parêzgeha Idliba bakurê rojavayê Sûriyê bête ragihandin.

Wezareta Derve di daxuyaniyekê de ev yek ragihand û got êrîşên li dijî sivîlan û cihên wan pêwîste rawestin.

Wê her wiha hewlên Tirkiyê û Rûsya ji bo vegerandina agirbesta sala borî bi giringî nirxandin.

Amerîka dibêje ku “çareseriyên leşkerî ji şerê Sûriyê re nînin. Tenê çareseriyeke siyasî dikare siberojeke aram û seqamgîr ji bo Sûriyan gerantî bike.”

Ji meha Nîsanê ve, bi sedan sivîl hatin kuştin di encama tundûtijiya parêzgeha Idlibê de, ku bingeha dawî ya serhildêrên Sûriyê ye.

Wezareta Derva ya Amerîka dibêje ew berdewam e di piştgiriya karê şandiyên Neteweyên Yekgirtî Geir Perderson de ji bo bidawîanîna aştiyane ya şerê Sûriyê.

Medya dewleta Sûriyê gotibû ku wê agirbest roja Pênşemê êvarê dest pê bike eger çekdarên serhildêr pêgir bin bi rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ku behsa herêmeke bêçek li wir dike.

XS
SM
MD
LG