Parêzgeha Idlib a Sûrî hinekî aram e, piştî ragihandina agirbesta îro Şemiyê ji aliyê hikûmetê ve, li gor berpirsekî serhildêran û çavdêriya Sûrî.
Ev agirbesta duyem e ku di vê mehê de li Idlibê tê ragihandin. Agirbesta destpêa meha Tebaxê piştî sê rojan hilweşiya.
Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA got hikûmeta Sûriyê îro Şemiyê agirbest ragihand lê dibêje ew ê bersiva her êrîşeke terorîstan bide.
Wezareta berevaniya Rûsya roja Înê gotibû ku wê hêzên hikûmeta Sûriyê bi awakî yekalî agirbestekê ragihînin.
Wezaretê ji serhildêran jî xwestibû ku tevlî agirbestê bin.
Peyvdarê gurûpa Ceyş el-Nesir Mihemed Reşîd got:
“Ta niha êrîşên esmanî rawestiyane.”
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, wê jî got aramî heye û êrîşên esmanî nînin.
Çavdêriyê û gurûpa alîkariyan UOSSM got şeva borî êrîşeke esmanî navendeke tenduristî ya zarokan li bajarokekî gundewarê Helebê ji xwe re armanc.