Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgeha Idlibê ji ِِAliyê Tikiyê ve Topbaran Dibe


Çalakvanên Sûrî û şervanên opozisyonê dibêjin topbaran û pûevçûn derketin holê li ser sînorê Tirkiyê li gel bakurê rojavayê Sûriyê di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî el-Qaîde de.

Şervanê opozisyonê Mistefa Sejarî dibêje leşkerên Tirkiyê bersiva moşekekê dan ku ji aliyê çekdarên girêdayî el-Qaîde ve hatibû avêtin.

Ajanasa nûçeyan a taybet a Tirkiyê Dogan ragihand ku Tirkiyê îro Yekşemê heft topên howitzer avêtin Idlibê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêjetopên Tirkiyê li nêzîkî kampeka xelkê bêşûnûwar ketin li ser sîno.

Ew dibêje topan tirs xist nav xelkê lê çi ziyan nebûn.

Hêjayî gotinê ye, serokê Tirkiyê doh Şemiyê ragihand ku welatê wî operasyoneke leşkerî ya rijd li parêzgeha Idlibê dest pê kir li gel hêzên opozisyona ku Tirkiyê piştgiriya wan dike.

XS
SM
MD
LG