Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûriyê Digihin Bingeha Ebû Zihûr li Idlibê


Tilfizyona dewleta Sûrî dibêje hêzên hikûmetê gihîştin derdora bingeha Esmanî ya di bin destê serhildêrên opozisyonê de li bakurê rojavayê welêt.

Wê îro Şemiyê got hêzên hikûmetê êrîşî bingeha Ebû Zihûr dikin li parêzgeha Idlibê.

Hêzên alîgirên hikûmetê demekê berê vê mehê gihîştibûn bingehê lê berî 10 rojan jê vekişiyan da ku êrîşeka serihildêran û çekdarên girêdayê el-Qaîde vegerînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje hêzên hikûmetê bingeha Ebû Zihûr ji sê aliyan ve dorpêç kiriye.

Tê zanîn, serhildêran di sala 2015an de bingeha Ebû Zihûr xistin bin destê xwe, lê nikarin wê bikar bînin ji ber ku wan hêzên esmanî nînin

XS
SM
MD
LG