Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Bejayî yên Sûriyê Diçin Parêzgeha Idlibê


Hêzên bejayî yên Sûriyê îro Çarşemê berê xwe da parêzgeha Idlibê, cihê ku lê şerê serhildêran dikin.

Navenda nûçeyan a leşkerî ku girêdayî hikûmeta Sûriyê ye got hêz derbasî gundê Kfar Nebûde bûn li başûrê rojavayê Idlibê û şerekî giran di navbera wan û serhildêran de rûda.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, ev operasyona li ser erdê piştrastkir.

Operasyon bi piştgiriya êrîşên esmanî dibe.

Gurûpên serhildêr got wan erebeyên hikûmetê kirin armanc û teqînek pêk anî.

Hikûmetê di van rojên borî de bumberana herêmên serhildêran dike û hêzên hikûmetê roja Duşemê gundek û girekî stratejîk dorpêç kirin.

XS
SM
MD
LG