Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Dijî Bêndera Lazqîya Erîşên Mûşekî Pêk Anîn


Medyaya fermî ya Sûrî ragihan ku mûşekên ku Îsraîl ji alîye Behra Sipî avetine, bêndera Lazqîya armanc girtîye ku encama we de agir despê kirîyê û zîyanekê mezin çebûye.

Li gor medyaya fermi ya devletê SANA, erîşên mûşekan îro Seşemê sibê zû çebûye û embarekê li bêndera Lazqîya kiriye armanc.

Lazqîya bêndergeha bazirganî ya herî serekî ya Sûrîye ye û ew di vê mehê de cara duyê ye Îsraîl êrîş dibe ser wê bênderê.

Îsrail ji despêka şerê naxweyî ya di sala 2011an vir ve, çend erîşen esmanî li dijî Sûrîye pêk anîne.

Îsraîl li ser erîşan ti daxuyanî nade, lê qebûl dike ku ew hezên bi pişgirîya Îranê armanc digire ku dixwaze peşîya xurtbûna Îranê li Surîyê bigire.

XS
SM
MD
LG